Sereke

Hemsedirên koma Mînskê tevî Lavrov elametîya sêalîye derheqa agirbestêda gotûbêj kirine

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hemsedirên koma Mînskê Îgor Popov /Rûsîya/, Stêfan Vîskontî /Fransîya/, Êndryû Şêfêr /ŞAY/ û wekîlê sedirê Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîk qebûl kirine.
Malpera wezîreta Rûsîyayêye karên der elam dike, wekî wextê hevdîtinê halê li Qerebagê û dora wê sazbûyî, yê piştî elametîya ji alîyê serokê Adirbêcanê, serekwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayêda îmzekirî, gotûbêj kirine.
Usa jî pirsên koordînasîyakirina cedandnên welatên hemsedirên koma Mînskêye pêşerojê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button