Sereke

Dêvîd Romano: Baydênê piştgirîya ŞAY-e bona kurdên Sûrîyayê û Îraqê zêde bike

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên pirsgirêka kurda zêdetir baş fem dike, ne ku serokên amêrîkîye mayîn û ewê piştgirîya amêrîkîye hindava kurdada diha zêde bike. Derheqa wê yekêda profêsorê sîyasîya Rohilata Navîne li zankoya ştata Mîssûrîyê Dêvîd Romano gotîye “Kurd prêss”-ê.
Hilbijartina kandîdatê ji partîya Dêmokratîk Co Baydên çawa serokê ŞAY-yî nû, li cem kurdên Îraqê û Sûrîyayê optîmîzm pêşda anîye,- Romano gotîye. Bi gotina Romano, Baydên cîgirê serokê ŞAY-ê bû, dema ku Waşîngtonê qirar kir, ku kurdên Sûrîyayê bide sîlihkirinê, yên ku dijî DAÎŞ-ê şer dikirin û ewî alîkarîya bona admînîstrasîya li Sûrîyayêye avtonom tevî herêma Kurdistanê bidine programkirinê.
“Bêguman, ev hemû tişt dide kifşê, wekî serokê ŞAY-yî nû wê piştgirîya serbestîya kurda bike, lê ev yek jî dide kifşê, wekî Co Baydênê zêdetir wê maf û avtonomîya kurda biparêze”,- Romano gotîye.
Serokê Tirkîyayê Êrdogan zûva bangî Trampê serok dikir, ku Waşîngton pêwendîyên tevî kurdên Sûrîyayê biteribîne.Tramp eskerên amêrîkî ji bakûrê Sûrîyayê dûrxist û bi wî cûreyî îşiqa kesk bona Enqerê vêket, ku ew dijî kurda êrîşê destpêke.
“Tê bêjî Co Baydênê hukumî li ser Êrdogan û admînîstrasîya wî bike, diha zêde ne ku Tramp û Obama”,-Romano daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button