Sereke
Komîtêya parlamênta Îraqê destpê kirîye hevraqayîlnebûnên di navbera Begdayê û Hewlêrê da bide helkirinê

Komîtêya mexsûs, ya parlamênta Îraqê, ji alîyê spîkêrê parlamêntê Mehmed Al Xalbûsîda hatîye sazkirinê, bona ku helkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Begdayêda bibînin.
Sedirê komîtêya parlamêntêye mexsûs Mehmed Sûdanî gotîye,wekî ew hazir e li ser hîmê yekîtîya hemû miletên Îraqê bixebite, heqîtîyê biparêze.
Sûdanî usa jî elam kirîye,wekî helkirina pirsgirêkên di navbera hukumata Îraqêye Fêdêral û hukumata Herêma Kurdistanêda wê bi cûrê baş hukumî li ser herdu alîya bike û ewê guhdarîyê bidine li ser helkirina vê pirsgirêkê.Ewî serda zêde kirîye, wekî helkirina pirsgirêkê wê rê bona helkirina wan pirsa veke, bona ku dewletên bîyanî tevî karên Îraqêye hundur nebin.