Sereke

Elametîya sêalîye derheqa Qerebagêda tê mîyaserkirinê:Vladîmîr Pûtîn

Elametîya sêalîye di navbera Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê da îmzekirî, ya derheqa Qerebagêda, tê mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, wextê civîna şêwira bêqezîyabûna Organîzeya Hevkarîya Bo Bêqezîyabûna Kolêktîv, gotîye, ya ku onlayn derbaz bûye.
“Hemûyara eyan e,wekî cedandinên Rûsîyayêye navçîgarîyêye aktîv pêwîst bûn, bona ku xwînrêtina li zona dew-doza Qerebagê bê sekinandinê, bighîjine agirbesta tam û şuxulkarîya qewînkirinê destpê bikin.Bi wê yekva tevayî, me dîna xwe daye pevketinên bi destî hemsedirtîya koma Mînskê destanî. Niha elametîya sêalî, ya Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, tê mîyaserkirinê. Bi dirêjaya zona dew-dozê û li sivdera Laçînê aşîtîparêzn rûs hatine cîhwarkirinê”,- Pûtîn gotîye.
Pûtîn usa jî ew yek girîng hesab kirîye, ku gerekê alîkarîya kordînasîyakirî bidine binelîyên li zona dew-dozêye zyanêketî.
“Girîng e alîkarîyê bidin ku pirsên hûmanîtarî bên helkirinê, yên ku girêdayî ne paşdahatina mihacira ra, çêkirina sîstêmên wêrankirî, parastina heykelên çandî û ruhanî va. Alîyê rûsa, bi hevkarîya tevî Yêrêvanê û Bekûyê, îdî van pirsava mijûl dibe”,-serokê Rûsîyayê gotîye. Bi gotina wî, usa jî hevkarîya tevî organîzeyên navnetewîye mayîn tê gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button