Sereke

Elametîya sêalî zêdekirî nîne:Paşînyan pêşnîyarî parlamêntvana kirîye…

Elametîya sêalî zêdekirî nîne.Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana, elametîya wî cûreyî kirîye.
“Îro gotine min ku behsên usa hene,wekî tiştên zêdekirî hene.Ez bêjim wekî tu tiştekî zêdekirî tune”,-ewî gotîye.Derheqa şuxulkarîya zelalkiina sînorada, bi taybetî derheqa sivdera Laçînêda,serekwezîr bersiv neda û got,wekî ew yek bêqezîyabûnê va girêdayî ye û hê şuxulkarîyên nexilazkirî hene.Dewsa wê yekê ewî pêşnîyar kir, ku girêdayî wê pirsê ra gotûbêjkirina derdadayî derbazkin û bersivên hemû pirsa bidin.
“Dema ku şuxulkarî hene û emê hemû tiştî vekirî gotûbêj bikin, nava qewilên leşkerîda ew yek rast nîne.Feqet, ez fem dikim,wekî mafê parlamêntvana û parlamêntê heye ku bizanibin û hukumat borcdar e bersivên hemû pirsa bide.Ez pêşnîyar dikim, ku em civîna derdadayî derbazkin û bersivên hemû pirsa bidin, pêşda pevkevin ku piştî civînê em gerekê kîjan pirsê vekin, lê kîjanê na”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button