Sereke

Çekdarên tirkaye kirêkirî du binelîyên Girê Sipî revandine

Kanîya înformasîyone ji Girê Sipî ragîhandîye wekî komên çekdaraye ku Tirkîyayêva girêdayîne, xebatkarê dermanxwanê û kurê wî revandine.Ev yek rûyê dermanada qewimîye, wextê ku çekdarên tirkaye kirêkirî derman gerîyane, nava kîjanada narkotîk hene. Ew derman nava doxtirîyêda eyanin û ew li dermanxwena bi destûra doxtir tên firotanê.Hatîye dîyarkirnê,wekî xebatkarê dermanxwenê Ahmed Ubayîd nexwestîye dermana bide kirêkirîya, yên ku bona nexweşên cuda tên firotanê. Kurê wî cêribandîye bavê xwe biparêze, lê ew jî ji alîyê çekdarada hatîye lêxistinê û ew herdu jî revandine. Niha cîyhê wan eyan nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button