Sereke

Ji 13-ê mijdarê heya roja îroyîn 892 cinyazên leşkera hatine dîtinê

Wextê xebatên li Arsaxê, ji 13-ê mijdarê heya roja îroyîn du leşkerên sax, yek ermenî, yek jî azêrî hatine dîtinê.Feqet ew yek 14-ê midjarê roja xebatêye ewlin qewimîye, li nêzîkî Şûşîyê. Ew birîndar bûne û cîguhastî nexweşxanê kirine. Piştî vê yekê li Arsaxê tenê cinyaz hatine dîtinê, nava wanda usa jî cinyazên usa, yên ku nedihatine naskirinê.
Derheqa wê yekêda, serokê beşa înformasîyon, ya qulixdarîya Arsaxêye halên qeydeder Hûnan Tadêvosyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî ji 13-ê mijdarêda xebat ji Şûşîyê destpê bûne û li cîh-warên mayîn berdewam kirine, li kîderê şer qewimîye.
“Heya roja îroyîn 892 cinyazên leşkera hatine dîtinê. Nava sê rojên dawîda, rûyê teribandina rêjîma agirbestêda, xebat sekinîne. Duh li alîyê Cebrayîlê, Fîzûlîyê û Qerexanbêylîyê ew xebat careke mayîn destpê bûne û îro dîsa li alîyên Cebrayîlê û Fîzûlîyê berdewam kirine”,-Tadêvosyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî xebatên gera cinyaza wê nava van du rojada derbazî Kûbatlîyê bin û wê li alîyê Kaşataxê bên mîyaserkirinê. Tevî wan xebata dibin hîmlî merivên ji alîyên ermenî û rûs.Alîyê azêrîya tevî xebatên li alîyê Şûşîyê bûye, çimkî li wî alî cinyazên azêrîya gelekin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button