Sereke

Meremê Tirkîyayê

“Wezîrên Tirkîyayê û Adirbêcanêye ênêrgêtîkayê 15-ê kanûnê peymana derheqa çêkirina lûla gazêye Îdir-Nexçêvanêda îmze kirine.Anegorî wê projeyê nava Tirkîyayêra gaz gerekê bighîje Nexçêvana Adirbêcanê, tevî kîjanê sînor tune.
Wextê qisa tevî Anûş Hovhannîsyana tirkzan hatîye dîyarkirnê,wekî niha gaz ji Îranê tê Nexçêvanê. Adirbêcan gazê dide Estera Îranê, lê ew jî dide Nexçêvanê û 15 selefa bona tranzîtê hildide.Nava halê roja îroyîne pêşdahatîda, Adirbêcan têra divîne ku anegorî xaleke qayîlnivîsarê, tevî Nexçêvanê mecala tranzîtê tê sazkirinê, lê hela hê zelal nîne ku tranzîtê çi cûreyî hesab dike.Bona Adirbêcanê ew jî pirsgirêke wekî anegorî dokûmêntê Tirkîya Nexçêvanê hesab dike çawa ya xwe.Em bîr bînin,wekî ew dokûmênta bi navê peymana miletîyê ji alîyê Atatirkda hatîye qebûlkirinê.Tirkzanê gotîye,wekî derheqa lênihêrandina wê dokûmêntêda, Êrdogan bi dengê bilind her dem dibêje. Êrdogan dixweze wê dokûmêntê lê binihêrin, anegorî kîjanê hatîye raberkirinê,wekî Qibris, Mûsila Îraqê, bakûrê Sûrîyayê û usa jî Nexçêvan gerekê nava teşkîla Tirkîyayêdabin.Anegorî vê dokûmêntê Nexçêvan ne ku çawa beşeke Adiribêcanê, lê çawa beşa Tirkîyayê tê hesabê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button