Sereke

Pûtîn têlêgirama serxweşîyê Nîkol Paşînyanra şandîye, girêdayî wefatbûna bavê wîra

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn têlêgirama serxweşîyê Nîkol Paşînyanra şandîye, girêdayî wefatbûna bavê wîra.
“Nîkolê Vovayê qedirbilind,
Girêdayî wefatbûna Vovayê Nîkolra ez serxweşîyê didime We.Wefatbûna bavê zyaneke mezin e.Ez bi dil wê êşê tevî We nîvî dikim.Nava vî wedê giranda ez qewatê bo We, malbeta We û pismamtîya Wera dixwezim”,-nava nama serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtînda hatîye gotinê.
Serxweşî usa jî ji alîyê serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan, serokê Qazaxstanê Qasim Comert Tokayêv, katibê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv Stanîslav Zas, seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêa Vîktorînê hatine stendinê.
Vova Paşînyan ji hevtêkê zêdetir li nexweşxanê bû. Li cem wî nexweşîya penceşêrê hebû, ew 16-ê kanûnê li merkeza “Naîrîyê”-ye doxtirîyê wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button