Sereke

Komara Ermenîstanê hevraxeberdana derbaz dike: kîjan vaksîna koronavîrûsê wê bighîje cîh

Halê nexweşîya koronavîrûsê li dinîyayê dîsa sert e. Pêşezan dibêjin ku diqewime pêla sêyem jî hebe. Derheqa wê yekêda cîgira serokê merkeza kontrolkirin û îzinnedayîna nexweşîya Gayanê Sahakyanê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî niha peymana tevî COVAX Facility-ê heye û têra tê dîtinê bona deh selefê binelîyên Ermenîstanê vaksînayê dest bînin.Gilî derheqa wan merivada ne, yên ku dikevine nava koma rîskê. Niha hevraxeberdan tên derbazkirinê ku heya dawîya vê mehê û destpêka meha tê koma vaksînayêye ewlin bighîje Ermenîstanê. Bi gotina wê, hevraxeberdan usa jî tevî hevaltîyên Sputnik V, Moderna -ê, Pfizer û AstraZeneca -ê derbaz dibin, ku ji cem wan jî vaksînayê bînin, lê heya niha eyan nîne ku kîjanê zû bighîje Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button