Sereke

Marûkyan bi pirsa dîlên leşkerî berbirî hevalkarên xweye avropî bûye

Serokê fraksîya parlamênta Ermenîstanêye “Ermenîstana ronahî” Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî fêysbûkêda elam kirîye,wekî bi pirsa dîlên ermenîye leşkerî, beribirî serokê koma Bahrêyn-Ermenîstane dostîyê û serokê parlamênta Lyûksêmbûrgê bûye.
“Çawa serokê komên dostîyêye parlamêntîyê, yên Bahrêynê û Lyûksêmbûrgê, îro ez bi nama berbirî serokê koma Bahrêyn- Ermenîstane dostîyê Al Nefayî û serokê parlamênta Lyûksêmbûrgê Êtgên bûme û min daye dîyarkirnê,wekî mafên navnetewîyî hûmanîtarî li Adirbêcanê hindava dîlên ermenîye leşkerî tên teribandinê, wana azad bernadin û min bang kirîye ku gavên anegor bêne avîtinê, ku tabîya Adirbêcanê bê rexnekirinê, dîlên me paşda vegerînin malê”,- Marûkyan nivîsyîe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button