Sereke

“Dew-doz ketîye nava êtapeke nû”: Ayvazyan derheqa elametîyên Elîyêvda xeberdaye

Elametîyên serokê Adirbêcanê dijî hev derdikevin. Ji alîkîva ew dibêje wekî pirsgirêk helkirî ye, ji alîkî mayînva ew elametîyên provokasîyon belav dike. Li parlamênta Ermenîstanê, wextê dayîna bersiva pirsa,wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan gotîye.
“Dew-doz ketîye êtapeke nû, li kîderê rojeva alîyên ermenîye tevayî gerekê bê sazkirinê. Girêdayî wê yekêra ez seredana xweye van axirîyaye li Arsaxê girîng hesab dikim, li kîderê me pirsa derheqa sazkirina rojeva tevayî gotûbêj kirîye”,-wezîr gotîye.
Bi xeberdana derheqa wê yekêda, wekî berê ewlin alîyê ermenî hazir e hevraxeberdana bi formata koma Mînskê destpêke û wana dora prînsîpên hîmlî bidine derbazkirinê. Xêncî wê yekê, pirsa pêşin usa jî dêokûpasîya ye û cîguhastina ermenîyaye li cîhwarên wan e. Bi gotina wî pirsa parastina mîrasa çandî-dîrokî jî dikeve nava navnîşa pirsên pêşin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button