Sereke

Barzanî wekîlên welatên erebaye li Kurdistanê qebûl kirîye

Çend dîplomatên dewletên ereba ji alîyê Mesûd Barzanîyê lîdêrda hatine qebûlkirinê, bona gotûbêjkirina bûyarên li herêmê û pêwandîyên dualî. Nava mêvanada bûne konsûlê Felestînê, konsûlê Kûvêytê, konsûlê Yektîya Mîrtîyên Ereba, konsûlê Misirê û borcbirê konsûlê Urdonê.Wextê gotûbêjkirina, dîplomata derheqa rola Kurdistanê û hêzên pêşmergaye nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê dane dîyarkirinê. “Cimeta Kurdistanê her dem cedandîye ku pêwandîyên dostîyê tevî merivên herêmêye başqe îzbatkin, anegorî prînsîpên aşîtîyê û cînartîya tevî hemûya”,- Mesûd Barzanî gotîye. Bi axaftina derheqa pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Begdayêda, lîdêrê kurd daye dîyarkirinê, wekî hevraqayîlnebûn gerekê bi rêya dîyalogê û nava doranên konstîtûsîyayêda bêne helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button