Sereke

Nêçîrvan Barzanî: em xebata bona helkirina pirsgirêkên êzdîya û Şengalê berdewam dikin

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî elam kirîye,wekî hukumata Herêma Kurdistanê xebata bona helkirina pirsgirêkên kurdên êzdî û nehîya Şengalê brdewam dike. Derheqa wê yekêda serokê Kurdistanê,wextê qebûlkirina Nadîya Mûrada aktîvîst, gotîye. Nêçîrvan Barzanî daye dîyarkirinê,wekî ewê cedandinên xwe bidine xebatê û wê bixebitin ku pirsgirêkên êzdîya û nehîya Şengalê bêne helkirinê û bona wê armancê ewê piştgirîyê bidin û wê hemû kirinên xwe tevî hukumata Îraqê û civaka navnetewî bidine koordînasîyakirinê. Nadîya Mûradê sirîya xweda razalixî elamî Nêçîrvan Barzanî kirîye, bona cedandinên wîye bo piştgirîkirina êzdîya û helkirina pirsgirêkên li Şengalê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button