Sereke

Cîhên DAÎŞ-ye li ser çîyayê Qereçoxê nava 72 sehetada pênc cara hatine bombekirinê

Hatîye ragîhandinê,wekî teyarên koalîsîyona navnetewî careke mayîn cîhên DAÎŞ-ye li ser çîyayê Qeleçoxê dane ber bomba. Fermandarê hêzên pêşmergaye li alîyê Givêr-Maxmûrê, Sîrvan Barzanî gotîye wekî teyarên koalîsîyona navnetewî nava 72 sehetada cîhên DAÎŞ-ye li ser çîyayê Qereçoxê pênc cara bombe kirine. Sîrvan Barzanî gotîye,wekî anegorî înformasîyonên stendî, nava encamên bombebarankirinêda gelek endamên DAÎŞ-ê hatine kuştinê û zexîreke sîlihaye mezin hatîye tunekirnê. Pêşenîya Givêr-Maxmûrê 5O-î kîlomêtrî ji bajarê Hewlêrê dûr e. Çîyayê Qereçoxê di navbera hêzên pêşmerga û eskerê Îraqêdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button