Sereke

Ermenîstanê kirkirk bide bêcerkirinê

Wextê civîna hukumatê, plana kirina û bernama êkonomîkîye sala 2O21-ê hatîye îzbatkirinê.Cîgirê serekwezîr Tîgran Avînyan wextê civîna hukumatê raber kirîye,wekî pêwîstîya qebûlkirina wê progiramê anegorî xerîta rêye, ya 18-ê mijdara sala 2O2O-î, ya ku ji alîyê serekwezîrê Ermenstanêda hatîye raberkirinê.Ewî gotîye wekî ewê alî bike ku encamên koronavîrûsê altkin û aktîvîya êkonomîkayê bidine dasekinandinê.
“Li ber çeva ye, wekî nexweşîya koronavîrûsê û şerê Adirbêcanêyî dijî Arsaxê destpêkirî, xêncî pirsên saxlemîya civakê û bêqezîyabûnê, bona welêt cûre-cûre şokên êkonomîkî pêşda hatine”,-Avînyan gotîye. Altkirina wê şokê, bi gotina wî, pêwîst e progiramên hedefkirî mîyaserkin. Anegorî programa têradîtî sê alîyên hîmlî têra hatine dîtinê: dasekinandina aktîvîya êkonomîkî, çareserkirina atmosifêra bîznêsêye amin û nava wedê kurtda sazkirina rojeva êkonomîkî. Anegorî plana hukumatê, 12 progiramên bi merem û 14 progiramên piştgirîyê hene. Mesele, nava goveka malhebûna gundîtîyêda, hukumatê qirar kirîye tiştên usa bêcerkin, qîmetê kîjanê bilind e.”Li vir ez dikarim gelek meselên konkrêt bînim û ji wana yek jî bêcerkirina kirkirke, cêribandina kîjanêye konkrêt hema li Rûsîyayê, ŞAY, Çînstanê ye. Emê vê govekê lez sazkin”,- Avînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button