Sereke

Ermenîstan destpê dike mecalên artîlêrîyayê û topa çêke: dironên li vir çêkirî îdî difirin

Nava pênc salada byûcêya senaya Ermenîstanêye leşkerî nêzîkî sê cara zêde bûye. Înformasîya wî cûreyî wezîrê Ermenîstanêyî senaya têknolocîyên bilind Hakob Arşakyan raber kirîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî sala 2O17-a fînansekirina govekêye ji alîyê dewletêda gihîştîye 1,6 mîlîyard diramî, sala 2O18-a 2,4 mîlîyard diramî, sala 2O19-a 3,8 mîlîyard diramî, sala 2O2O-î 3,3 mîlîyard diramî û wextê şêr 3,4 mîlîyard diram serda hatîye zêdekirinê, lê byûcêya sala 2O21-ê îdî 4,6 mîlîyard diram e.
“Mecalên senaya têknîka artîlêrîyayê û eşîyayên leşkerî, yên ku sala 2O21-ê hatine sazkirinê, îdî wê bikaribin hewcetîya leşkerîye cî bi temamî bidine razîkirinê.Ew yek bi temamî li Ermenîstanê hatîye teşkîlkirinê. Gilî derheqa mecalên artîlêrîyayê, topên cûre-cûre, mînavêjadane. Pirsa girêdayî beşa derbgîhandinêra, niha cêribandin tên derbazkirinê. Dema ku ew cêribandin derbazbin, îdî çêkirina wan wê bê destpêkirinê”,-Arşakyan gotîye.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî açixî usa jî nava goveka çêkirina dironada jî hene, çawa dironên derbgîhandinê, usa jî yên cesûsîyê.Bi gotina wezîr, ew diron bi karebûnên xwe ji yên welatên der kêmtir nînin û ew îdî li Ermenîstanê dikarin bên çêkirinê. Arşakyan usa jî gotîye,wekî dewlet usa jî bernamên hazirkirina sîstêmên radarê û pevgirêdana fînanse dike, bona ku çêkirina wan li Ermenîstanê mîyaserkin. Sîstêmên optîka lazêrî îdî li Ermenîstanê tên çêkirinê û ewê zûtirekê bê berfirehkirinê. Têra tê dîtinê ku ne tu hewcetîya cîhda bidine çareserkirinê, lê mecalên deranîna wan jî wê bên sazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button