Sereke

Îraqê elam kirîye, wekî êrîşa ser Hewlêrê hukumî li ser seredana Papê Romayê nekirî ye

Seredana Papê Romayê Fransîskose li Îraqê dîsa rojevêda dimîne, êrîşa ser Hewlêrê hukumî li ser wê yekê nekirî ye. Derheqa wê yekêda wezîreta Îraqêye karên der elam kirî ye. Wekîlê wezîretêyî fermî Ahmd Sefer ew elametîyên belavbûyîye derheqa wê yekêda, wekî seredana Papê Romayêye têradîtî wê bê lênihêrandinê, ne anegorî rastîyêne. Ahmed Sefer gotîye, wekî Papê Romayê wê bê Îraqê. Hîvîên e, wekî ewê 5-ê adarê bi seredana sêrojêva bê. Piştî hevdîtinên tevî nevsên îraqîye derecebilind, ewê here Necefê, li kîderê ewê rastî rêberê şihîyayî rohanî bê. Paþê ewê here Kurdistanê û wê rastî nevsên kurdaye derecebilind bê û li stadîona ser navê Paranso Herîrî wê hevdîtinê tevî mesîhîya derbazke.Ewê usa jî here Mûsilê.Rêberekî şihîyayî ruhanî Mogtada As Sedr hesab dike, wekî êrîşa ser Hewlêrê bi wê armancê bû, ku seredana Papê Romayê derbaz nebe.Ewî usa jî gotîye wekî opêrasîyonên tirkaye leşkerîye li ser sînorê Îraqê, halê li Sincarêyî sert, êrîşa ser Hewlêrê û zordarîyên li provînsîyayên Îraqê, cêribandnên bona wê yekêne, ku seredana Papê Romayê derbaz nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button