SerekeSîyasî

Amêrîkayê 11 welatîyên xwe ji qampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Berdevkê wezîreta der ya Amêrîkayê Mêtyû Myûlêr li ser platforma “X” ê gotîye: “Amêrîkayê di mezintirîn wergirtina welatîyên xwe ji bakûrê rojhilatê Sûrîyayê de, 11 welatîyên xwe ku 5 ji wan biçûkin, vegerandine”.

Myûlêr di daxuyanîya xwe de da zanîn jî, Amêrîka ji bo vegerandina 6 welatîyên Kanadayê, 4 welatîyên Holandîyayê û zarokeke Fînlandayê bo welatên wan jî hêsankarî kirîye.

Berdevkê wezîreta karen der yê Amêrîkayê tekez kir jî: “Em di wê bawerîyê de nin ku vegera xizmên çekdarên bîyanî yên DAÎŞ ê ji kampên Sûrîyayê, ji bo çareserîya rîşeyî ya ewlekarîya Sûrîyayê girîng e”.

Herwiha Myûlêr bang li welatan kir ku welatîyên xwe ji qampên li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê rojhilatê Sûrîyayê vegerînin navendên çaksazîyê berî ku wan ji nû ve tevlî civakê bikin.

“Agahîyên me hene ku nêzîkî 25 amêrîkî li qampên bakûrê rojhilatê Sûrîyayê hene”.

Qampa Holê dikeve li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye û dora 50 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan lê dimînin ku piranîya wan jin û zarokên DAÎŞ ê ne.

Qampa Holê yek ji mezintirîn qampên Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberîya xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstîya wê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cîhanê welatîyên xwe ji qampê werbigirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button