Sereke

Wezîr: vaksînayên dijî koronavîrûsê têra tê dîtinê meha adarêda belavkin

Li Ermenîstanê vaksînîzasîyakirina dijî nexweşîya koronavîrûsê têra tê dîtinê meha adarêda destpêkin.Ewê pêşda li ser hîmê rezedilvanîyê bê kirinê û dermanê bona welatîyên komên rîskê wê belaşbe. Derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye. Bi gotina wê, li Ermenîstanê hinek vaksîna îdî hatine xebitandinê, çend meriv bi vaksîna rûsîyayêye «Sputnik-V»-ê hatine vaksînîzasîyakirinê. Pêşeroja nêzîkda wê diha zêde derman bêne stendinê, û wê destpêkin wê vaksînayê nava doranên berfireda bidine xebatê. Wezîrê daye dîyarkirinê, wekî tenê ew vaksîna wê bên Ermenîstanê, yên ku bi açixî êtapa sisîyara derbaz bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button