Sereke

Admînîstrasîya ŞAY dîna xwe dide prosêsa dijî parlamêntvanên Tirkîyayêye ji HDP-ê

Admînîstrasîya ŞAY dîna xwe dide prosêsa dijî parlamêntvanên Tirkîyayêye ji HDP-ê .Wekîlê dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletê elam kirîye, wekî ew haj pê hene ku dijî parlamêntvanên ji HDP-ê hukumata Tirkîyayê çi mîyaser dike. Dijî neh parlamêntvana, nava wanda usa jî Perwîn Bûldanê, dixwezin îşê mehkemê vekin, nava meşên sala 2O14-da gunehkar dikin. Gilî derheqa wê yekêdane, wextê ku kurdên Tirkîyayê dijî sîyasîya Tirkîyayêye dijî kurda, sala 2O14-a wextê ku bajarê Kobanê ji alîyê têrorîstên DAÎŞ-da hatibû dorgirtinê. Wekîlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî daye dîyarkirinê, wekî ew lêpirsîn gerekê bi qedirgirina mafê şexsa û bi cûrê zelal bê derbazkirinê. “Bi hesabhildana qanûnê û qedirgirtina mafên şexsa, garantîya tê dayînê, wekî encamên lêpirsîna wê aminaya hindava sîstêma Tirkîyayêye mehkemê bê qewînkirinê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button