Sereke

Roja mileten kêmjimare miletîye guhartine û yekşema meha cotmehêye ewlin kifş kirine

Li parlamênta Ermenîstanê pêşnîyar hatîye kirinê, ku roja netewên kêmjimar dewsa hevtîya meha îlonêye dawî biguhêrin û wê rojê yekşema meha cotmehêye ewlin derbazkin.Ew yek wextê civîna komîsîya parlamêntîêye mafên mêriv hatîye kirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî tevî wekîlên netewên kêmjimar, ew pirs hatîye gotûbêjkirinê û hatine li ser wê fikirê, wekî yekşema cotmehêye ewlin bona hemû mileta jî başe ku wê rojê bidine kifşê. Bi vî cûreyî têra hatîye dîtinê ku li Ermenîstanê yekşema cotmehêye ewlin çawa roja netewên kêmjimar bidine kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button