Sereke

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk tabîyên xweye li Eyn Îsayê dide qewatkirinê

Kanîya kurdîye înformasîyone li Sûrîyayê elam kirîye, wekî hêzên Sûrîya Dêmokratîk roja sêşemê piştgirîya leşkerîye mezin stendine”.Piştgirîya leşkerîye mezin bona hêzên Sûrîya Dêmokratîk, nava wanda şerkar, sîlih, hatîye Eyn Îsayê. Ew yek piştî pevçûyînên tevî komên tirkaye sîlihkirî qewimîye”,-BasNews-ê nivîsîye. Kanîya înformasyîon daye dîyarkirinê,wekî nava wedê nêzîkda dikare di navbera hêzên Sûrîya Dêmkoratîk û komên tirkaye sîlihkirîda şerekî mezin destpêbe.
Hatîye ragîhandinê,wekî eskerê rûsa ji bazayên xweye li Eyn Îsayê dûr ketine, alên xwe derxistine û berbi baza xweye Tal Êl Samanê livîyane. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, bangî rûsa û rêjîma Sûrîyayê kirine, ku hukumî li ser Trkîyayê bikin ku ew êrîşên xweye ser Eyn Îsayê û Têl Temirê bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button