Sereke
Berdevkê koalîsîyonê: hevkarîya Kurdistanê û ŞAY bona qewînbûna herêmê pêwîst e
Hevkarîya di navbera Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Kurdistana Îraqêda roleke girîng nava çareserkirina bêqezîyabûn û qewînbûna li herêmê dilîze. Derheqa wê yekêda wekîlê koalîsîyona navnetewî Wêyn Marotto gotîye.
“Em bi hevra hevkarîya qewîn dikin. Em bi hevra dijî DAÎŞ-ê ser dikevin”,-Marotto Twittêrêda nivîsîye.Dêlêgasîya koalîsîyonê çûbû Hewlêrê, li kîderê rastî wekîlên pêşmerga hatine, bona ku hevkarîya tevaîye tevî şerê dijî DAÎŞ-ê gotûbêj bikin.