Sereke

Armên Sargsyan derheqa pêwandîyên di navbera qetilkirinên Sûmgaîtê û şerê Arsaxêda xeberdaye

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan girêdayî 33 salîya qetilkirinên Sûmgaîtêra bi xeberdan pêşda hatîye.
“Qetilkirinên ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda progiramkirî û mîyaserkirî, cîşihitandinên meriva û zordarî, xirabkarîyên dijî ermenîya bûn. Ew yek bersiva wê yekê bû, ku welatîyên meye li Arsaxê xwestin welatê xweyî dîrokîda aza û edil bijîn”,-serokkomar gotîye. Bi gotina wî, cezanekirina xirabkarîyên li Sûmgaîtê usa kir, wekî peyîra tragêdîyayên li Bekûyê, Ganzakê, Maragayê hatine mîyaserkirinê.”Sîyasîya dijî ermenîya usa jî nava şerê dawîd hate kifşê, bi taybetî nêzîkbûnên nemerivatîyêye dijî binelîyên Arsaxê, dîlên ermenî, bi cûrên zêrandina û kuştina. Rûyê şerê dijî Arsaxê mîyaserkirî, yazîya gelek welatîyên me hê eyan nîne”,-Sargsyan gotîye.Bi gotina serokkomar barbarîya li Sûmgaîtê mîyaserkirî û paqijkirinên êtnîkîye li wir, îdî nava qewilên sîvîlîzasîya îroyînda tê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button