Sereke

Papê Romayê çawa piştgirê aşîtîyê û gîhanê diçe Îraqê

Papê Romayê Fransîskos elam kirîye, wekî ew rêwîtîya ewline li Îraqê çawa “Piştgirê aşîtîyê û gîhanê” mîyaser dike. “Ez çawa piştgirê aşîtîyê têm cem we, ku biwekilînim: “Hûn hemû birayên mene”. Ez bi xwestina duakirinê û tevayî ruhdarbûnê diçim, bona ku tevî xwîşk û birayên ji dînên mayîn, bin nîşana Abrahamê bav, yê ku nava meletkîda musulmana, cuhîya û mesîhîya dighîne hev”,-papê Romayê nava banga bona îraqîya gotîye. “Ez çawa tobekir diçim, bona ku bo levhatin û baxşandina Xudan duakim, ya piştî şerê dirêj û piştî têrorîzmê”,-Fransîskos gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî wedekî dirêj ew hîvîya vê seferê û dîtina cimeta Îraqê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button