Sereke

Mînên ku li Ermenîstîanê tên çêkirinê îdî nava êtapa senayêdanin: vîdêyo

Wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîyên bilind Hakob Arşakyan mînavêjên desta raber kirîye.Vîdêyoyêda şuxulkarîya çêkirina mînê ji destpêkê hetanî xebitandinê hatîye raberkirinê.”Agirkirina mînavêjên destaye OG-7V bona tunekirina leşkerên li ser erdê û têknîka leşkerîye. Ew cêribandinên dewletêra derbaz bûye û niha jî tê çêkirinê”,- wezîr gotîye.Ewî bîr anîye, wekî ev cûrê sîlih û dîsa êd mayîn ji 25-a hetanî 27-ê adarê wê li komplêksa ser navê Karên Dêmîrçyan, nava doranên pêşengeha navnetewîye têknolocîyên sîlih û parastinê bêne raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button