Sereke

Papê Romayê ji Îraqê çû

Duh şebeqê, Papê Romayê Fransîskos, piştî seredana dîrokîye li Îraqê, usa jî li Kurdistanê, ji wî welatî çû. Serokê Îraqê Berhem Salih li firegeha Begdayê ew verê kirîye, ji kîderê teyare çûye Romayê.Wextê seredana xweye li Îraqê, Papê Romayê li Begdayê, Necefê, Ûrê, Hewlêrê, Mûsilê û Qereqoşê qesidîye.Wextê seredanê ew rastî rêberê şihîyayî ruhanî Elî Al Sîstanî hatîye. Roja yekşemê ew çûye Hewlêrê, li kîderê bi rêberîya dêlêgasîya hukumatêye derecebilin, serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serekwezîr Mesrûr Barzanî ew pêşwazî kirine. Li stadyona “Franso Herîrî”, ya li Hewlêrê, ewî mêsîya xwe derbaz kirîye, li kîderê ji deh hezarî zêdetir meriv berev bibûn, nava wanda usa jî bi deha dîplomatên ji welatên der.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button