Sereke

Cûtîyar Adil: seredana Papê Romayêye li Herêma Kurdistanê gaveke mezin û dîrokîye

Wekîlê hukumata Herêma Kurdistanê Cûtîyar Adil elam kirîye,wekî seredana Papê Romayê Fransîskose li Kurdistanê, ya dîrokîye. “Seredan ya dîrokîye. Açixîya seredanê û teşkîlkirina wê li ser dereca bilind hatibûne hazirkirinê”,- Cûtîyar Adil gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hatina Papê Romayêye li Herêma Kurdistanê bona jîyîna tevayî û aşîtîyê girînge. Bi gotina Cûtîyar Adil ew yek faktoreke girînge bona Kurdistanê û herêmê, usa jî bona qewînbûna sîyasî.
“Çawa hukumata Herêma Kurdistanê, emê prînsîpên dînî û yektîya miletîyê dîsa xweykin û em hêvîdarin wekî ev stratêgîya wê pêşerojêda encamên baş bîne”,-Adil gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button