Sereke

Gotinên serokê Adiribêcanê dijî ermenîyane: şedetîyên parêzerê mafên mêriv

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan ji gotinên serokê Adirbêcanê şedetî raber kirine, yên ku dijî ermenîyane.
“Evana parçên ji axaftina serokê Adirbêcanêne, yên ku ewî wextê kongira partîya “Adirbêcana nû”, ya ji pênca hetanî hevtê adarê hatine gotinê”,-Arman Tatoyan gotîye.
“Nisileta cahil bi hiznekirina dijmin mezin bûye û hema vê nisiletê jî axa me ji okûpanta aza kirîye”.
“Niha Ermenîstan tenê maye, lê em tevî cînarên xwe nava pêwandîyên dostîyêdanin û ew yek jî hazirîye. Ez dixwezim bêjim, wekî heger nava vê govekêda xebat nehatana kirinê, wextê şerê Qerebagêyî duem dijwarî wê hebûna.Ermenîstanê bi xwe xwe tenê hişt. Me ew ji projeyên herêmê dane dûrxistinê, me êkonomîka wan tune kirîye û em bi firnaxbûn dikarin derheqa wê yekêda bêjin. Her pêşezanekî êkonomîkayê dikare bêje, wekî faktora hîmlî em bûne”.
“Niha Ermenîstan dicêribîne bona vekirina sivdera Zangêzûrê dijwarîya sazke, lê ewê wanra li hev neyê. Emê bighîjine hemû armancên xwe”,-nava nivîsara Arman Tatoyanêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button