Sereke

Hetanî hilbijartina wê qulixa borcbirê serekwezîre wedelûda Nîkol Paşînyanêbe: Alên Sîmonyan

Hetanî hilbijartinên parlamêntîyê wê qulixa borcbirê serekweczîre wedelûda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyanêbe.
Derheqa wê yekêda îro berdevke cîgirê serekwezîr Alên Sîmonyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.
“Paşînyan wê bibe borcbire wedelû, ssênarên başqe nehatine gotûbêjkirinê”,- Sîmonyan gotîye.
Bi texmîna Alên Sîmonyan, wextê hilbijartinê şansên serkeftina qewatên partîyayê bilinde.
“Rêytînga me nimiz bûye, lê wextê kampanîya hilbijartina emê bidine kifşê, ku çima meriv wê me bibijêrin.Bêguman hene meriv meriv, wekî hêrsketî û xeyîdîne, lê ez bawarim, wekî emê altkin”,-Sîmonyan gotîy.
Ewî usa jî got, wekî berî hilbijartina kitêba qanûnaye nû qebûlkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button