Sereke

Şahan Gantaharyan derheqa halê herêmêda xeberdaye

Hevdîtina wezîrên Îranê û Tirkîyayêye karên der ji alîyê pirsa şuxulkarîyên herêmêda hinek rênîşa li ser hev berev dike. Fikira wî cûreyî rêdaktorê rojnama “Azdak”-ê Şahan Gantaharyan derheqa rasthatina wezîrên Tirkîyayê û Îranêye karên der elam kirîye.
“Vî alîda qîmetkirina wezîrê Tirkîyayêyî karên dere derheqa vê hevdîtinêda berbiçeve.Ewî gotîye, wekî wextê hevdîtinê derheqa şerkarîya dijî hemû cûrên têrorîzmê, usa jî xweykirina yektîya têrîtorîyayên Sûrîyayê hatîye îzbatkirinê. Bi texmîn, Çaûşoglû beşeke girîngîya yektîya Enqere-Têhran-Moskvayê anîye ber çeva.Ewî derheqa qezîya wa gotî kurdîda daye dîyarkirinê. Nava axa xweda Îran jî ji wê yekê vedikişe, ku kurdên li wir dikarin bibin yek”,-Gantaharyan gotîye.
Bi gotina wî, fikira derheqa yektîya têrîtorîyayên Sûrîyayêda Moskvayêva jî tê girêdanê, garanta kîjanêye hîmlî ewe. “Hilbijartinên serokatîya Sûrîyayê nêzîkin. Enqere îdî zûva derheqa dûrxistina Esedda nabêje. Têhran jî qayîle, ku Esed wê qulixêda bimîne. Bi gotina têrorîst, Enqere derheqa kurdada dide dîyarkirinê. Zerîf nava qîmetkirina xweda derheqa têrorîstada nedaye zelalkirinê. Menîyên Îranêye hindava êkstrêmîstên îslamîda hene, yên ku musulmanên şihî çawa bêbawar qebûl dikin.Niha ew derheqa wê yekêda bi dengê bilind nabêjin, çimkî ew berjewandîyên xweye tevî Enqerê pêşda dikişînin”,-Şahan Gantaharyan gotîye.
Bi qîmetkirina wî, nava sûka sîyasîda aktîvîya Moskvayê tê texmînkirinê. “Hevdîtinên Lavrove tevî serekwezîrê Libnanê û wekîlên Hêzbolahê derheqa navçîgarîya rûsada didine kifşê. Sertbûna heleqetîyên Waşîngtonêye tevî Çînistanê û Moskvayê xalên nû danîne û ew yek halê di navbera Waşîngtonê û Îranê dibe berbi dereca sisîya”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button