“Heger tevî Tirkîyayê pêşdaçyîn hebin, emê veneşêrin”: Arsên Torosyan
Serkarê îdara serekwezîrê Komara Ermenistanê Arsên Torosyan wextê qisa tevî Sputnik Armênîyayê da bawarkirinê, wekî tevî cînara pêşdaçûyîn hebin , welatîyê derheqa wê yekêda wê bizanibin.
“Seroketîya me hertim zelal bûye, wekî tevî cînara pêşdaçûyîn hebin, emê derheqa wê yekêda elamî welatîya bikin.Hûn zanin, wekî niha serokên Adirbêcanê û Rûsîyayê rasthatin û gotûbêjkirina dikin, ewana prosêsên dînamîkin, gerekê em her dera berjewandîyên xwe biparêzin”,- ewî da kifşê.
Bi gotina Torosyan bêqezîyabûna welêt amedebûna hêzên sîlihkirî nîne.
“Bi taybetî pêşdaçûyînên xilazîyê, encamên şêr, gerekê derheqa komponêntên mayîn gotûbêjkirin hebin”,- ewî got.
Ewî mesela hevkarîyên ŞAY û Çînstanê anî, heleqetîyên wane êkonomîkîye qewîn hene, ŞAY bi doktrîna xweye leşkerî, Çînstanê qezîya hesab dike.Bi gotina Torosyan, bona Ermenîstnê kanîya qezîyayê neyê guhartinê, lê pêşdaçûyînên dualîye kardar bibin.