Sîyasî

Tirkîya gerekê bona aşîtîya herêmê çi bike?: Paşînyan bersiva “Întêrfaks”-ê daye

Enqere gerekê sîyasîya agrêsîve hindava Yêrêvanêda biguhêre.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê hevpeyîna tevî “Întêrfaks”-ê gotîye. Paşînyan bîr anîye wekî sînorê ermenîya- tirka hê ji sala 1993-da ji alîyê Enqera fermîda bi yekalî hatîye girtinê.
“Ermenîstan her dem jî bona kara helkirina pirsgirêkên tevî Tirkîyayê, bêyî tu qewil-qirara, pêşda hatîye, lê hema Tirkîyayê ew yek înkar kirîye”,-Paşînyan gotîye. Serekwezîr gotîye, wekî ji sala 2O2O-da, sîyasîya Enqerêye dijminatîyê qewateke nû stendîye, wextê ku meha îlonê şerê dijî Qerebagê destpê bû.
“Tirkîyayê piştgirîya leşkerî-sîyasî û leşkerî-têknîkî daye Adirbêcanê, çekdarên sîlihkirîye bîyanî derbazî zona dew-doza Qerebagê kirîye.Nava wê hemtêkstêda, bona dasekinandina aşîtîya li herêmê, Tirkîya gerekê vê sîyasîya xweye agrêsîve himberî Ermenîstnê bide guhartinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button