Sereke

Nava encamên teqîna li Sûrîyayê 12 leşkerên tirka hatine kuştinê

Li rex baza tirkaye leşkerîye li provînsîya Sûrîyaêye Êl Hesekê, teqînek qewimîye, rûyê çida 12 meriv hatine kuştinê. Kuştî qulixçîyên tirkaye leşkerîne, lê anegorî înformasîyayên başqe, nava wanda usa jî çekdarên piştgirên tirka hene. Kanîyên înformasîyone cî dibêjin, wekî diqewime du teqîn qewimîne. “Al Weten”-ê elam kirîye, wekî ew teqîn diqewime rûyê xebata mînada qewimîye. Alîyê tirka wê yekê şirove nake. Hinek jî dibêjin, wekî diqewime ew teqîn ji alîyê kurdada hatine organîzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button