Sereke

“Ez ne ku te hiz nakim, lê gunehê min li te tê”: Paşînyan bersiva elametîyên Elîyêv daye

Nava elametîyên serokê Adirbêcanêda, Nîkol Paşînyanê serekwezîr dîyagnozê dibîne. Ewî daye dîyarkirnê, wekî hindava merivên wî cûreyîda gerekê gunehê xwe li wan meriva bînin.
“Ew elametî yên nû nînin. Ew ji sala 2OO7-da peyî hev hatine belavkirinê. Niha ruhdarbûneke nû heye û bi fikira min dîyagnozek ketîye nava wan elametîya, çimkî çêkirina pêşengehê li kîderê cinyazên leşkerên cangorî hatine kifşkirinê û şikilkişandina li ser wê fonê û nîşandayîna wan şikilaye li ber civaka navnetewî bi fikira min gerekê piştgirîya pisîxolocî bidine wî meremî. Ez difikirim, wekî ne ku bi agrêsîvî û bi heyfhildanê, lê gerekê gunehê meriva li wan meriva bê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button