Sereke

Davît Babayan: civaka navnetewî gerekê tevî pirsgirêka dîlên ermenîye li Adirbêcanê bibe

Civaka navnetewî gerekê tevî pirsgirêka dîlên ermenîye li Adirbêcanê bibe.Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye rojnamevana.Pêwîste ku hemû derîyaxin. Raste, li cem alîyê ermenîya melûmetî hene, lê tevbûna civaka navnetewî pêwîste, monîtorîng pêwîste”,-wezîrê karên der gotîye û serda zêde kirîye, wekî prêssa înformasîya derheqa wê yekêda mezin dike, ku Adirbêcan kirîn-frotana organên merivava mijûl dibe. “Bona zanebûnê civaka navnetewî gerekê tevbe.Piştî şerê ewlin, ez wê yekê bi zanebûna sed selefî dibêjim, azêrî dîlên ermenî bi navên azêrîya didine rêgîstrasîyakirinê û hebsada xweyî dikin. Diqewime niha jî usaye? Ew yek li ber çevaye, wekî dîl dikarin diha zêdebin, ne ku çawa Adirbêcan dibêje”,-Babayan gotîye. Bi şirovekirina gotinên serokatîya Adirbêcanê wekî dîlên leşkerî têrorîstin, Babayan derheqa sê têrorîstên azêrîda bîr anîye, yên ku ketibûne Arsaxê. “Ji wana yek hatibû kuştinê, lê girêdayî herdu têrorîstên mayînra prosêsa mehkemêye vekirî, bi tevbûna teşkîlet û prêssa navnetewî, hatibû derbazkirinê. Hatibû îzbatkirinê wekî ew têrorîstin û xirabkarin. Li vir tiştê usa tune”,- wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button