Sereke

Dîrokzanê tirk: “24-ê nîsanê nîvê dilê min wê li Yêrablûrêbe, lê nîvê mayîn li Sîsêrnakabêrdê”

Pêşîya 24-ê nîsanê Ermenihaber.am-ê hevpeyvîn tevî dîrokzanê tirk, lêkolînerê komkujîya Ermenî Sehîd Çetînoglû derbaz kirîye.
Çetînoglû ji wan dîrokzanaye, yê ku komkujîya Ermenî qebûl dike û gunehkar dike û bi cûrê berk seyaseta Tirkîyayê û Adirbêcanêye dijî Ermenîstnê rexne dike.

-Pêşîya 1O6-salîya komkujîya Ermenî fikirên weye derheqa komkujîyêda çawanin? Bi taybetî fikirên piştî şerê Adirbêcanê û Tirkîyayêye dijî ermenîya.

-1O6-salîya komkujîya Ermenî bi wê yekêva hate kifşê, wek li ber çevê “merivatîya mezin” ermenî li ser axa xweye dîrokî careke mayîn hatine pêpeskirinê û bûyareke dîrokîye tragîk jî serda zêde bû. Merivatîya dinîyayê li ber qewata Adirbêcanêye matêrîyalî û pera çok da erdê.

Dêmek, mînanî sed sal pêşda bi mîlîona meriv rastî barbarîya hatin û dîsa bûne qurbanîyên wî cûreyî û ev yek rastîye.

Ji vî alîda şikberî tune, wekî cimeta ermenî careke mayîn, mînanî berê, dikare bibe yek û vê yekê altke.
-Sîyasîya Tirkîyayêye îroyîn vî alîda çi cûreyî dimeşe? Ji înkarkirinê destpêkirî hetanî têorîya “êşa tomerî” dewleta tirka wê nêzîkbûna çawa bide kifşê?

-Van roja li Tirkîyayê dîsa hemcivîna înkarkitrinê tê mîyaserkirinê. Vê carê ew diha kubarin… Hewce nîne ku bona wê yekê meriv zendegirtî bimîne.
Bi taybetî nava deh salên dawîda ûnîvêrsîtêtên tirka xebateke mezin bona înkarkirinê mîyaser dikin û cedandinên mezin didine xebatê. Nava doranên vê yekêda em dikarin bêjin, wekî gundên here dûr jî ji vê yekê der namînin.

Em nikarin nedine kifşê, wekî meriv dikarin bi axaftina bi vê têmayê, bi axftina wextê teşkîldarîya, karîyêra xwe çê bikin.
Em dikarin bêjin,wekî îndûstrîya înkarkirinê saz bûye. Hemû kes zanin, wekî ew yek bi koordînasîyakirina fermî tê kirinê.Byûcêya vê şuxulkarîyê gelekî mezine. Wextekê 4OO mîlîon dolar pêşnîyarî Donald Kwatêrt kiribûn ku ew têzên tirka biparêze, lê wezîrê Tirkîyayêyî karên der Çaglayangîl cêribandibû ruşetê bide partîyayên ermenîye sîyasî.

-Piştî naskirina komkujîya ermenîye ji alîyê gelek welatada derheqa naskirina bi dereca serokê Ştatên Yekbyîda xeberdan diçe. Hûn dora vê pirsê çi difikirin? Naskirina komkujîyê wê çi bide?
-Bi fikira min, naskirina komkujîya Ermenîye ji alîyê palata Wekîla û Sênatêda ji gotina Baydên girîngtir bû. Hetanî bûyîna serokê welêt, Baydênê sênator nava axaftinên xweda piştgirîya heqîtîyê kirîye û wî alîda hêvîdarin, wekî ewê li ser wê tabîyê bisekine.
Piştî naskirina komkujîya Ermenî, ya ji alîyê Sênata Ştatên Yekbûyîda, em dikarin bêjin, wekî wekilandina ji alîyê Baydênda wê tiştekî sîmvolîkbe. Herdu palatên parlamêntê derheqa wê heqîtîyêda dane dîyarkirinê. Organên edaletê gerekê gavên anegor biavêjin.

-Nava karê lêkolînkirina komkujîya Ermenîda emekê we heye. Nava prosêsa naskirin û gunekarkirinêda çi kêmasî hene?
-Komkujîya Ermenî li ber çevên merivatîyê qewimîye. Feqet, piştî şerê hemcîhanêyî ewlin cêribandin hatîye kirinê, ku rastîyê bidine fetisandinê û wê yekê bidine bîrkirinê. Feqet piştî 5O-î salî, piştî şerkarîya wededirêj, ew rastî careke mayîn paşda anîn.

Wextê vekirina rûpelê dîrokê ew tişt dîsa tê ber çeva.Nava vê hemtêkstêda tiştek heye, derheqa kîjanêda ez difikirim, wekî ew kardare.Nevsê Tirkîyayêyî fermî Xalîd Bêy Mêntêş bîranînên xweda dinivîse, wekî hindik meriv hene, yên ku tevî komkujîyê nebûne.Dêmek tevbûna tevî komkujîyê bi massayî bûye. Piranîya binelîyên Tirkîyayê bona wê yekê cabdare.

Rû bi rû sekinandina tevî komkujîyê girînge û ew yek gelekî dûre.
Em çawa welatîyên Tirkîyayê zanin, wekî gavên dijî hebûna şexsên Mesîhî dîsa ew yeke û dide kifşê, wekî ew jî tevî komkujîyê bûne. Bi qirara wî çaxî, ya sala 1915-a piştgirîya komkujîyê kirine.
Nava vî halîda tê kifşê, wekî civaka tirka tevî vê xirabkarîyê bûye û rû bi rû sekinandina li ber komkujîyê bona merivê tirk wê bê hesabê wekî ew zyanê dide xwe û wê kevir biavêje li ser jîyana nebîyê xwe.
Hetanî ku vê rastîyê em fem nekin û tevî nebîyên mîyaserkirên komköjîyê hevkar nîbin, ev yek tiþtê valaye.
Ermenî him li Ermenîstanê, him li ser ax Ermenîstana dîrokî, yan jî nava dîyasporayêda gerekê xwe bidine kifşê. Hêvîdarîya ji alîyê Tirkîyayêda xwe xapandine û xiyala valaye…
Ev rastî wextê şerê Arsaxê îzbat bû.
Tu kesî dengê xwe nekir, û dijî temamîya ermenîya bêdengî hate xweykirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button