Sereke

Makgêrk: admînîstrasîya Baydênda gelek dostên kurda hene

Koordînatorê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî alîyê pirsên Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr Brêtt Makgêrk tevî programa onlaynê bûye, ya ku pêşkêşî 3O-salîya rêzolyûsîya Organîzeya Netewên Yekbûîye 5-ê nîsana sala 1991-ê bûye.
Tevî wê progiramê bûye usa jî lîdêrê kurd Mesûd Barzanî. Brêtt Makgêrk elam kirîye, wekî zona bêqezîyabûnê gerekê bibe modêla sîyasîya der, û admînîstrasîya Baydên li ser wê fikirêye.
“Dostên we kurda nava admînîstrasîya Baydênda hene. Me derheqa wê yekêda wextê axavtinên vîdêyoyê gelek cara gotîye û ez hêvîdarim, wekî piştî xilazbûna koronavîrûsê emê rû bi rû bisekinin”,-Makgêrk gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî Co Baydênê serok dostê kurdaye û nava pêwandîyên tevî kurda cêribandina wî heye. “Ji navê Baydênê serok ez dixwezim derheqa piştgirîya ŞAY-ye hindava hukumata Herêma Kurdistanê bidime dîyarkirinê.Em usa jî dixwezin bi qedirgirtin derheqa wan merivada bêjin, yên ku Herêma Kurdistanê kirine cîhê aşîtîyê”,-Makgêrk gotîye.
“Kurd gelekî zyanê ketine hetanî ew gihîştine vê zona bêqezîyabûnê. Mêrxasîya we her dem bûye kanîya firnaxbûnê. Piştî 3O-î salî Herêma Kurdistanê bûye herêma edil û kanîya firnaxbûnê. Ji navê Baydênê serok em bi wê yekêva firnax dibin, wekî em dost û hevkarê wene.Ez bêsebir hîvîya hevdîtina tevî weme”,- Makgêrk daye dîyarkirinê.
Tevî wê vîdêokonfêransê bûne usa jî wezîrê Îraqêyî karên derî berê Hoşyar Zîbarî, katibê ŞAY-yî berê Cêyms Bêykêr, qullxçîyê leşkerîyî derecebilind Con Abîzêyd, gênêral Cêyms Cons.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button