Sereke

Sê pêşmerge bûne cangorî û dudu jî birîndar bûne

Nava encamê êrîşa DAÎŞ-ye li Kirkûkê sê pêşmerge bûne cangorî û dudu jî birîndar bûne. Nenihêrî wê yekê ew êrîş hatîye paşdadayînê. Bi şirovekirina vê bûyarê, serekwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî careke mayîn elam kirîye, wekî koma têrorîstî vakûma bêqezîyabûnêye li van nehîya dide xebatê û êrîş dike.
“Em derheqa girîngîya hevkarîya tevî eskerê Îraqê îzbat dikin. Em usa jî dibêjin, wekî piştgirîya hêzên nvanetewî û telîmkirina pêşmerga û eskerê Îraqê bona şerkarîya dijî DAÎŞ-ê pêwîste”,-nava elametîya serekwezîrda hatîye gotinê.
Wezîreta pêşmerga jî bang kirîye, ku Hewlêr û Begda nava vê govekêda hevkarîyê dikin. Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bangî hukumata Îraqê, parlamêntê û hêzên koalîsîyon kirîye ku dijî vê yekê gava biavêjin. “Ev yek bona Kurdistanê, Îraqê û bêqezîyabûna temamîya herêmê qezîyaye”,- Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button