Sereke

Prosêsa mehkemêye dijî kirêkirîyên dijî Arsaxê destpê bûye

Bi sedirtîya dozgerê qeza Syûnîkê Napolêon Ohanyan, îro prosêsa mehkemê dijî çekdarên kirêkirîye wextê şerê Qerebagê, yên dijî Arsaxê şerkirî, welatîyên Sûrîyayê Mûhrab Mehmed Al Şixêrî û Ûsiv Alabêt Al Hecî destpê bûye. Cêrge gunehkarkirin dijî Al Şixêrîyê 46-salî û Al Hecîyê 33-salî hatine pêşdakişandinê. Ev meriv welatîyên Adirbêcanê nînin, welatîyên Sûrîyayêne, bona kompênsasîya matêrîyalî ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda hatine kirêkirinê û tevî şerê agrêsîve dijî Ermenîstanê û Arsaxê bûne. Al Şixêrî elam kirîye, wekî ew sala 1988-a bona kuştinê hatîye gunehkarkirinê, lê Ûsiv Alabêt Al Hecî berê neketîye hebsê.Endamê palata advokata, parêzerê civakî Mûşêg Vardanyan berjewandîyên van herdu kirêkirîya diparêze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button