Sereke

297 vîdêyo û wêne derheqa barbarîyên azêrîyada: parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye:
“Me îro lêkolînkirina 297 vîdêyo û wêneyên derheqa barbarîyên azêrîyaye hindava qulixçîyên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl, tunekirina mîrata çandî- dîrokî ser hevda anîn. Gilî derheqa zêrandinên dîla û nuxsankirina wandane û ew bûyar 98-in, nava 17-da serjêkirin û kuştinin, nava 32-da eblûkirina cinyazaye. Xêncî van vîdêyo û wêneya dîsa cêrge tiştên başqe hene. Ev vîdêyo tercimeyî zimanê înglîzî kirine, lê beşek jî bi zimanê rûsîye.Lêkolînkirina van vîdêyoya û wêneya dide kifşê, wekî ev hemû tişt ji alîyê azêrîyada li ser hîmê dijminatîya êtnîkî hatine kirinê. Hema wî cûreyî jî mîrata çandî- dîrokî tê tunekirinê. Ev hemû vîdêyo û wêneya wê bişînine sîstêmên navnetewîye anegor”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button