Sereke

Ermenîstanê hemû dîlên azêrîye leşkerî paşda vegerandine:Anna Nagdalyan

Spîkêra wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê derheqa elametîya hemsedirên koma Mînskêye 5-ê gulanêda xeberdaye, ya ku derheqa dîlên leşkerîda bûye. Bi xeberdana derheqa wê yekêda, wekî nava hinek elametîyada ji hemû alîyada derheqa azaberdana dîlada tê gotinê, Anna Nagdalyanê gotîye, wekî Ermenîstanê hemû dîlên azêrî paşda vegerandine.
Pirs: Hûnê çawa elametîya hemsedirên koma Mînskêye 5-ê gulanê, ya derheqa dîlên leşkerîda, şirove bikin? Nava hinek elametîyada tê gotinê, wekî bangî hemû alîya dikin ku dîlên leşkerî paşda vegerînin. Gelo li Ermenîstanê girtîyên azêrîye leşkerî yan jî yên sîvîl hene?
Bersiv: Ermenîstanê borcdarîyên xweye xala 8-a, ya elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î, qedandine û hemû dîlên azêrîye leşkerî paşda vegerandine, nava wanda usa jî ew du merivên girtî, yên ku sala 2O14-a xortekî ermenî kuştibûn.
Pirs:Hûnê çawa wê yekê şirove bikin, dema ku alîyê Adirbêcanê gunehkar dike û dibêje, wekî Ermenîstan înformasîyayên derheqa merivên şerê Arsaxêyî ewlinda undabûyî û usa jî cîhên mînkirîda nade wan?
Bersiv: Nava pirsa azaberdana dîlada Adirbêcan bin hukumê navnetewîda dicêribîne rojevên feş pêşda bikişîne û bona neqedandina borcdarîyên xweye hûmanîtarî xwe afû bike. Ermenîstan her dem hazire tevî hevalkarên navnetewî, bona pirsên hûmanîtarî, hevkarîyê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button