Sereke

“Fantazîyayên Elîyêve nexweş” bona Îranê, Ermenîstanê û Îraqê qezîyane

Rojnamevanê polonî Vîtold Rêpêtovîç rûpelê xweyî fêysbûkêda wêne belav kirîye, li ser kîjanî xerîta Adirêbcanêye. Nava wê xerîtêda temamîya Ermenîstanêye, beşên Îranêye rojavayê û bakûrin û ew diçe dighîje hetanî sînorê Tirkmênistanê.Ji alîyê rojavayê usa jî têrîtorîya Îraqê dikeve nava wê xerîtê û ew jî hema xût Kurdistana Îraqêye.
Heger pêşda ew yek çawa fantazîya Elîvêye nexweş tê texmînkirinê, lê em bêjin piştî agrêsîya Adirbêcanê û Tirkîyayêye dijî Arsaxê û usa jî gefxwerinên hindava Ermenîstanêda, wî çaxî meriv dikare hesabke, wekî Bekûyê ji ambîsîyayên xwe paşda nesekine, heger gavên anegor ji alîyê civakada navnetewîda dijî wê yekê neyêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button