Sereke

Hevpeyvîna ermenîyê polsê Hayko Bagdat tevî Ermenihaber.am -ê: komkujîya Ermenî

Rewşanbîrê ermenîyî ji Polsê, rojnamevan, nivîskar û pûblîsîst Hako Bagdat li Ermenîstanêye.
Rûyê pirsên sîyasîda ew mecbûr bû ji Tirkîyayê derkeve û here Almanîyayê.
Wextê hevpeyvîna tevî Ermenihaber.am-ê, ew derheqa bûyarên salên dawîda gilî dike, derheqa halê Tirkîyayêyî sîyasî, şuxulkarîya naskirina komkujîya Ermenî raber dike.
-Ji sala 2O16-da hûn li Almanîyayê dijîn. Dema ku hûn li Sitembolê bûn, 24-ê nîsanê îdî teşkîldarîyên pêşkêşî bîranîna komkujîya Ermenî dihatine derbazkirinê. Nava vî wedeyîda li Tirkîyayê çi hatîye guhartinê?
-Berê ewlin ez ji alîyê fikira ermenîyada bêjim. Me li Tirkîyayê wedekî dirêj bona naskirina komkujîya Ermenî gavên girîng avîtine. Bi taybetî piştî kuştina Hrant Dînk, Sêvak Balikçî, me karibû guhdarîya civakê bianîya li ser têmayên ermenî. Mesele înîsîyatîva bi navê ” Em baxşandinê dixwezin” meriv dikare bêje pêşkeftina here mezin ya nava dîroka Tirkîyayêda, girêdayî rû bi rû sekinandina komkujîya Ermenîra bû.
Qirara derheqa derbazkirina teşkîldarîya pêşkêşî komkujîya Ermenî wextê civînekê hatibû qebûlkirinê, li kîderê ez jî hazir bûme.Pêşnîyarên min jî ketine nava wê qirarê. Cara ewlin têlêvîzîyona çînî jî hatibû ku tevî wê teşkîldarîyê bibe.Feqet Tirkîyayê nişkêva pirsa kurda û elewîya pêşda kişand, wa gotî şuxulkarîya aşîtîyê pêşda kişand û rûyê wê yekêda hemû destanîn û pêşkeftin hatine undakirinê.

Gerekê bidime kifşê, wekî nava pênc salên dawîda dora pirsa ermenî, pirsa kurd, dêmokratîzasîyakirinê şerkarîya gelekî berk pêşda diçe. Rêjîma Êrdogan werguhêzî mêxanîzma merivkujîyê, mêxanîzma zordarîyê bûye û ev rêjîm bi rêke usa diçe, ji kîderê îdî veger tune.Dêmek yan serê serokatîyê wê bimîne, yan jî wê li ber cabdarîyê bisekinin. Bi zyandayîna hindava cimeta xweda, hemû cimetên herêmê, Tirkîya werguhêzî sîstêmeke xirabkarîyê bûye, li kîderê tu normeke hiqûqî naşuxule. Heger kesek pirsek ku herin Tirkîyayê û çi dikare biqewime, wî çaxî bersiva vê pirsêye hiqûqî tune. Ev welat bi temamî hatîye sîyasîzasîyakirinê û werguhêzî welatekî usa bûye, yê ku anegorî berjewandîyên rêjîma merivekî dixebite.
Heger ew gihîştine wê xalê, me jî destê xwe tewar nekirîye û em rûniştî nînin.Dijwarîke bona rêjîma Êrdogan roja îroyîn heja meye. HDP roja îroyîn piştgirîya 15 selefa distîne. Nava dîrokêda tiştê tunebûye. Ez bona wê yekê dibêjim, wekî li Tirkîyayê dêmokratîya nava çi halîdane. Rûyê wê yekêda ev şerkarî gur bûye.

Çawa bersiva wê pirsê ku li Tirkîyayê çi hatîye guhartinê, wê bibe bersiveke eyb, çimkî li Tirkîyayê tu normeke hiqûqî, edalet, dozger, polîsîya, bi tomerî hildayî welat tune. Tenê rêjîma merivekî heye.Qirara derheqa azaberdan, yan jî azanekirina Osman Kawal, qirara derheqa azakirin yan jî zanekirina Salhedîn Dêmîrtaşda, îşên mehekmêye derheqa kuştinada, qirarên derheqa kuştina Hrant Dînkda, anegorî berjewandîyên rêjîmekê tên qebûlkirinê, yên ku anegorî berjewandîyên merivekîne.Ev rêjîma dinîyayêda ya here xirabe û nava vê sedsalêda tiştekî gelekî eybe.
-Naskirina komkujîya Ermenî, ya ji alîyê serokê ŞAY-da, çi tştên nû dikare bîne?
Bi fikira we, meriv dikare hîvîya çibe?

-Hûn çawa zanin, ez jî hevalkarê weme. Hinek wext pêşda weşana Art TV-da Cêm Ozdêmîr û Tanêr Akçam mêvanên min bûn. Ew yek wekî welatên cuda-cuda niha komkujîyê nas dikin, hêrsa me radike, usa nîne? Dêmek 1O6 sal derbaz bûne, lê hûn niha nas dikin? Em hemû jî fem dikin wekî li vir lîstikên sîyasîye cûre- cûre hene.
Xêncî wê yekê, ew yek wekî ŞAY komkujîyê nas dike , yan jî banka ŞAY Êrdogan çawa merivekî xirabkar elam dike, ev yek îdî şuxulkarîye. Dêmek li ŞAY dikarin îdî îşên mehkemêye girêdayî wan pirsara pêşda bikişînin. Heger Tirkîya wê yekê qebûl neke, ew dikare ji tora navnetewî der bimîne.
Naskirina komkujîya Ermenî ji alîyê Almanîyayêda himberî welatên mayîn ew yek berbiçeve, çimkî Almanîyayê bi naskirinê qebûl kir ku tevbûna wê jî hebûye. Bona wê yekê jî naskirina Almanîyayê û ŞAY gerekê diha zêde qîmetkin. Bi fikira min înkarkirina komkujîya Ermenî ji alîyê Tirkîyayêda wê diha giran li ser Tirkîyayê rûnî, ne ku heger ewê naskira.
Mesele, ez li Almanîyayê dijîm, li welatekî usa, yê ku komkujîya Ermenî nas kirîye. Ewê bona çi nas kirîye? Bona wê yekê ku ew merivne qencin? Bona wê yekê wekî ew binketine û tiştên wî cûreyî bi rezedilî nayêne qebûlkirinê.

Niha li Tirkîyayê em dibînin ku rêjîma tirkên cahil bin neketîye.Îdêolojîya komkujîyê bin neketîye, desthilatdarî hê destê wandane. Lê belê, hindava vê rêjîmêda em derheqa mafên mêriv, dêmokratîyayê û komkujîyêda tenê wî çaxî dikarin bêjin, dema ku em piştgirên rêjîmê altkin.
Çawa ermenî, rû bi rû sekinandina Tirkîyayêye tevî komkujîya Ermenî tiştekî gelekî girînge. Min her dem gotîye hevaln xweye li Tirkîyayê, ku ev yek diha gelekî wanra pêwîste, lê ne ku minra. Em baş zanin ku çi qewimîye. Ew nikarin bibînin wekî piştî ermenîya ewê bêne qetilkirinê û bibine qurbanîya bi sirê. Kurda berê ew yek texmîn nekiribû, lê niha ew wê yekê dibînin. Tiştekî pêkenînêye, wekî serkarên berê, yên beşên cesûsîyê, serwêrtîya, niha rastî zordarîya û zêrandina tên.
Bona wê yekê jî ez dibêjim, wekî rû bi rû sekinandin berê ewlin bona tirka başe.Ewê wî çaxî mînanî meriva bijîn. Ew gerekê wê yekê bona zarokên xwe bikin. Ji vî alîda binketina vê îdêlojîya merivkujîyê û talankirinê wê bona Tirkîyayê başbe.Wî çaxî wê nisileta diha dêmokrat û bextewar çêbe.
Em li ser wê rêne û bona me bona vê armancê bihakî giran daye. Hevalên min hatine kuştinê. Kî dizane, diqewime em jî bêne kuştinê. Şerkarîya bo armaîyê û parastina aramîyê karekî rîske. Meriv dikare hêsa bibe piştgirê şêr, lê çetine bibe piştgirê aramîyê.
Ez hêvîdarim, wekî ew yek wê berdewambe û bona me hemûya ew şerkarî wê girîngbe.Ez hêvîdarim wekî wê bona me başbe û bona wan jî başbe û emê bi kutasî alîyê pirsa komkujîyêda hinekî emê hêsabin.Komkujîya tenê qetilkirin nîne, rûyê wê yekêda nisilet dikevine bin hukum.

Roja îroyîn îdî 1O6 sal ji komkujîyê derbaz bûne, lê li Tirkîyayê him tirk, him kurd û him jî ermenî hukumê wêyî xirab li ser xwe dibin.
Roja îroyîn nava dîroka Komara Tirkîyayêda êtapa here barbar derbaz dibe. Meremê meyî dawîyê aramîye, usaye rû bi rûbûn, dêmokrasî, mafên mêriv, biratîya tevî welatên cînar pêwîste.Emê ji wî meremî paşda nesekinin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button