Sereke

Wezîreta Kurdistanêye fînansa qanûna derheqa byûcêyêda îmze kirîye

Wezîreta Kurdistanêye fînansa û êkonomîkayê elam kirîye, wekî Avat Şêx Cenabê wezîr qanûna derheqa byûcêyêda îmze kirîye.
Nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê: “Piştî heyşt sala, ji sala 2O13-a hetanî sala 2O21-ê, wezîrê fînansa û êkonomîkayê qanûna derheqa byûcêya herêmêda îmze kirîye û şandîye şêwira wezîra”.Nava elametîyêda bi hûrgilî nehatîye dîyarkirinê, lê tê texmînkirinê, wekî hukumata herêmê wê qanûnê gotûbêj bike û paşê derbazî parlamêntê bike, ku ew bê gotûbêjkirinê.
Nava encamên hevraqayîlnebûnên di navbera hukumata fêdêral û hukumata herêmêda, Hewlêr bêyî byûcê mabû.Paşê alî gihîştine qayîlîyê, bi kîjanê byûcêa sala 2O21-ê hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button