Sereke

Telîmên leşkerî hatine derbazkirinê: wezîreta Ermenîstanêye parastinê

12-ê gulanê telîmên leşkerî hatine derbazkirinê. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye. Em bêjin, wekî înformasîya belav dibûn wekî nava eskerda dereca hazirîyêye bilind hatîye elamkirinê, çimkî li Syûnîkê teribandin qewimîbûn.
“Pareskerê pênca li ser dereca hazirîyêye bilind bûye û bona wê yekê gavên anegor hatine avîtinê. Paresker sîlih stendine û çûne li nehîyên kifşkirî”,-nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.Em bîr bînin, wekî nava prêssayêda hatibû belavkirinê, wekî li nehîya gundê Syûnîkêyî Îşxanasarê opêrasîyonên leşkerî destpê bûne.Wezîreta parastinê elam kiribû, wekî 11-ê gulanê şebeqê hêzên azêrîya cêribandine li beşeke sînorê Syûnîkê xebatê mîyaserkin, lê piştî gavên ermenîya, leşkerên azêrîya ew xebat dane sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button