Sereke
USCIRF girêdayî halê dêra Şûşîyêra xemgînîya xwe elam kirîye
Komîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye azaya dînîye navnetewî, girêdayî halê dêra Şûşîyêra xemgînîya xwe elam kirîye.
“USCIRF xemgînîya xwe elam dike girêdayî wan raportên derheqa bûyarên wî cûreyîra. Dikeve nava cêrga wan usa jî dêra Şûşîyê, banê kîjanê bin navê “çêkirinêda” hatîye derxistinê”,-wekîla USCIRF -ê Nadînê Mayênzayê gotîye.Ewê serda zêde kirîye wekî nenihêrî ku dêr hewcê dasekinandinêye, çimkî rûyê gulebarandinên azêrîyada zyanê ketîye, pêwîste ku ew anegorî cûrê xwe bê dasekinandinê û xweykirinê.