Sereke

Jozêp Borêl daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku hemû dîlên ermenî paşda vegerînin, nenihêrî ku ew çawa dîl ketine

Wextê civîna parlamênta Avropayê, wextê gotûbêjkirina têma derheqa dîlên ermenîye leşkerî, wekîlê Yektîya Avropayêyî pirsên karên der û bêqezîyabûnê Jozêp Borêl bi axaftin pêşda hatîye. Hatîye ragîhandinê, wekî Borêl bona wê yekê razalixî elamî endamên Avroparlamêntê kirîye, wekî wana pirsa dîlên ermenî bilind kirîye.

“Me bi guhdarî nama 12O parlamêntvanaye dora wê pirsê qebûl kir. Yektîya Avropayê tabîya zelal dide dîyarkirinê û me çendik-çend cara bangî herdu alîya jî kirîye, ku peymana agirbestê bi temamî mîyaserkin. Me usa jî bang kirîye ku hemû dîlên leşkerî aza berdin, nenihêrî wê yekê ku ew çi cûreyî dîl ketine, anegorî mafê navnetewîyî  hûmanîtarî û qayîlnivîsara derheqa agirbestêda”,-Borêl gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button