Sereke
Şoygû tevî borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê halê li Qerebagê gotûbêj kirîye

Wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû bi têlefonê tevî borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan halê li herêmê û usa jî li wan cîha, li kîderê aşîtîparêzên rûsin, gotûbêj kirine.
“2O-ê gulanê wezîrê Rûsîyayêyî parastinê, gênêral Sêrgêy Şoygû bi têlefonê hevraxeberdan tevî borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan derbaz kirine. Pirsên derheqa hevkarîya dualî, halê li herêmê û li wan cîha li kîderê aşîtîparêzên rûisin, hatine gotûbêjkirinê”,- nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye parastinêda hatîye dîyarkirinê.